Eko-Genç 2'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

17:08

JINHA

WAN - Şaxa Eko-Genç a Wanê 2'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Endamê Eko-Gencê Cevahîr Boke diyar kir ku ji bo parastina xwezayê rola ciwanan pir giring e û lewra ew wek ciwan ligel hemû zilm û zordariyan li ber xwe didin.

Şaxa Eko-Genç a Wanê 2'emîn kongreya xwe ya asayî bi tevlîbûn gelek kesan li salona konferansa KESK'ê li dar xist. Kongre ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Endama Eko-Gençê Yasemîn Ozdemîr li ser giringiya avakirina Ekogencê axivî û diyar kir ku divê hemû ciwan ji bo parastina xwezayê di nav çalakiyan de bin û wiha got: "Avakirin komeleya Ekogencê ji bo me pir giring e. Bi saya vê yekê bi hezaran ciwan ji aliyê xwezayê dibin xwedî zane û bi hesasetî li xweza yê dinêrin. Ji ber vê yekê ji bo em di vê xebatê de cih digirin gelek keyfxweş in û ji bo her kesî serkeftinê dixwazin."

Piştî xwendina rapora kar û xebat ji bo rêveberiya nû hilbijartin hat kirin. Piştî hilbijartinê endama rêveberiya nû Cavahîr Boke derket ser dikê û axivî. Cavahîr diyar kir ku ji bo parastina xwezayê rola ciwanan pir giring e û lewra ew wek ciwan ligel hemû zilm û zordariyan li wêne û wiha domand: "Li welat şerek giran heye, li hemberî şer jî berxwedana gel û bê hempa mezin dibe. Ev şer û pirsgirêk hemû ji bo berjewendiyên sarayê ne. Li gel hemû zoriyan jî gel li ber xwe dide û dexwaze di nava şatiyê de bijîn. Em hêvî dikin ku ev pirgirkên heyî demîldest çareser bibin û di nav aştiyê de bijin."

Ji komîna jinê Sîbel Oner bal kişand li ser kar û xabata jinê û ev tişt got: "Jinên hilbijêr di bin siwana Ekogencê de tên cem hev û bi awayekî komunal karên xwe dimeşînin. Ev ji bo aboriya jinê gelek giring e."

Kongre pîştî axavtinan bi dawî bû.

(ro-ho/zt)