Ji bo parastina xwezayê Platform hat avakirin
15:21
JINHA 
TEKÎRDAG -Ji xwezahezan ji bo parastina ekolojiyê biryara  têkoşîna hevpar hat standin. Li bajarê Traqya û Tekîrdagê 16 saziyên sivîl di bingeha Eregliya Marmarayê hatin cem hev û ji bo parastina ekolojiyê Platforma xwezay Marmaraya  Eregliya  avakirin. 
Li navçeya Marmara Ereliya Tekîrdagê li ser biryara Wezarate Derdor û Bajêr li 2 heremên navçeyê  termîk  santral dê bê avakirin. Her çiqas li navçeya Marmara Erekliyê ji bo  derxistina komûrê doz hatibe vekirin û hêj doz berdewam bike jî,  Wezareta Derdor û Bajêr  biryara çêkrina planên termîk santralê  hat standin. Biryara Şûreya dewletê ku li navçeyê ji bo wê qadê ji bo cotkariyê hilberîna enerjiyê û jiyana bajarê hatibû standin, hat rawestandin û planên termîk santralê hat girtin. Ligel vê talankirina xwezayê xwezahez hatin çem hev û ji bo parastina xwezayê li bajarê Traqya û Tekîrdagê 16 saziyên sivîl Platforma Xwezay Marmara Eregliyê  avakirin.
Parezerê  Platforma Derdor a Marmara Eregliyê  Seyhan Çetîn destnîşan kir ku navçeya Marmara Eregliyê ji dîrokê heya niha cihê kî a cotkariyê ye û got: "Divê ev qad ji bo jiyanekî ekolojîk bi her awayî bê parastin. Ev cih ji bo cotkariyê bir baş e û her wiha qada herî ekolojîk e."
Seyhan diyar kir ku bi çêkirina termîk santralê 127 mîlyon metrekup ava vexwarinê, 2 mîlyon û 200 hezar qadên cotkariyê û 1.800 hezar nîfûs dê bê talankirin û tune kirin. Seyhan aşkere kir ku bi oksîjenên ku ji termîk santralê derkevin jî zerarekî mezin dê bide derdorê. 
(ho/rc)
