Li hember dozeran jin bi keviran li berxwedan...

09:40

Ceren Karlidag / JINHA

STENBOL - Polîtîkayên dewletê yên li ser xwezayê her ku diçe zêde dibe. Endama Komeleya HADÎG'ê Gulîzar Utabaş a ku bi salan e li ser talan kirina xweza û projeyên dewletê lêkolînên bingehîn dike, li ser talan kirina xwezayê nirxand û got ku heya dewlet destê xwe ji xwezayê me venekşîne dê kevir di destê me de bin û em ê parastina xwe û xwezayê bikin.

Li Tirkiyê bi projeyên HES ê Santralê Elektîrîkê xweza tê talankirin. Ji bo parastina xwezayê dîsa jin ketin dewrê û ji bo parastina xwezayê bûn mertal. Jinên li Kudistan û Tirkiyê dijîn ne tenê ji bo tune kirina beden, çand, ziman, nasname û azadiyê têdikoşin, di heman demê de ji bo xwezayê jî li hemberî polîtîkayên dewletê li qadan in û têdikoşîn. Jinên ku li hemû qadên jiyanê rastî êrîş û tundiyê tên parastina xwe bi xwe dikin û ligel hemû êrîşan li ber xwe didin. Jinên ku li her derî rastî tacîz û talan kirinê tên niha jî li dîjî HES û Santrala Elektîrîkê pirsa: Dewlet kî ye? dikin.

Li hemberî dozeran jin bi keviran li ber xwe dan...

Dozerên ku ji bo talan kirina xwezayê hatin qadan jin bi keviran êrîş kir û li hemberî dewletê parastina xwezayê bi keviran kirin. Li Tirkiyê her roj qetilîama xwezayê dighêje asta herî bilind û herî dawî dewlet rûyê xwe yê talanbar bi projeya "Rê ya Şîn" derket pêşberî welatiyan. Yek ji têkoşerê jin ya li hemberî talan kirina xwezayê Gulîzar Ustabaş a Hemşînê ye. Gulîzar a ku li welatê xwe Hopa ya Artvînê bi gelek jinan re li hemberî çêkirina HES'an bi keviran li ber xwe da û destûrê neda ku dewlet projeya xwe ya talan kirinê bêxe dewrê.

Em li Stanbolê bi bi kedkara Komeleya Lêkolîn û Parastina Çanda Hemşînê (HADÎG) bi Gulîzar Ustabaş re li ser têkoşîna wan axivîn. Gulîzar di axaftina xwe de got ku bila hemû jin bibin yek û li hemberî talan kirinê bi hevparî têbikaşin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di salên 80'î de Hemşînê ciwan bi qalanan dihatin zewicandin û jin tenê li bahçeyan dixebitin. Ji ber vê yekê em neçûn dîbistanê. Bi destpêka têkoşîna şoreşê jiyana jinên li Hemşînê jî bandor kir û ferqek mezin ket nav jiyana wan. Li waletê me di wê demê de gelek çeleng û jîr bûn. Bi saya têkoşîna şoreşgerê jin bûn xwedî maf û hişyar bûn."

Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de qala wê demê kir û wiha pê de çû: " Jinên ku berê nedişandin dibistanê bi malbatên xwe re diaxivîn û diçûn. Pişt re qalen ji holê rakirin. Êdî jin wek amûrek nehatin fîrotin. Ev gohrandin tev bi saya şoreşgeran çêbû. Jin êdî ne tenê li çolê li hemû der dest bi xebatan kirin û derfetên xebatê çêbû. Hemû tişt bi saya wan şoreşgeran çêbû û hat gohrandin. Lê mixabin ew ciwanên şoreşger tev hatin qetilkirin. Dewletê wan ji bo xwe wek gef dît û kuşt."

Gulîzar got ku berxwedana jinê kurd û yên Hemşînê wek hev e û wiha axaftina xwe domand: "Dema ku ez têkoşîn û berxwedana jinê kurd dibînim ez şad û bextewar dibim." Gulîzar li ser projeyên dewletê yên talan kirin xwezayê jî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Dewlet herêma Bahre Reş projeyên HES û Santralê hat lê jinan li ber xwe dan û destûrê nedan dawletê. Jin parasatina xwe bi keviran kir. Çawa ji min napirsin û li welatê min HES çêdikin. Dema ku baran dibare û felaketên xwezayî çêdibe kî îşa canê min dikêşe. Ji ber vê yekê em naxwazin HES çêbin. Bila xwezaya me ji me re bihêlin. Em ê ji bo xwezaya xwe hemû tişt bikim. Hewce bike em ê kevir bidin destê xwe û li hemberî talankirinê têbikoşin."

Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de pirsa mirina Metin Lokumcu kir û wiha got:" Metin Lokumcu ji ber xwedî li gol û avên xwe derket ji aliyê dewletê ve hat kuştin. Jin jî li hemberî êrîş û talankirinan parastina xwe kir û parastinê di xwe de heq ditin. Dewlet bi gorî dilê xwe mudehaleya gol, bostanên me dike. Lê em destûra vê yekê nadin û dê heya dawiyê em ê li ber xwe bidin."

'Li hemberî talan kirinê dê me bibînin'

Gulîzar di dawiyî xwaftina xwe de ev tişt got: "Em dijî tundiyê ne. Lê ew bi dozer û tangan tên me xweza û nebatên me tune dikin. Bi talan kirina şînahiyên me, me jî dikujin."

(ho/rc)