Pêşî li aktivîstên xwezayê tê girtin

12:43

JINHA

ARTVÎN - Doza herî mezin a Zozanên Kafkasor a li mewkiya Cerattepe ya Artvînê ji bo bê rawestandin hatibû vekirin dê 19'ê îlonê de li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê bê dîtin.

Dadgeha îdarî ya Rîzeyê ku der barê serlêdana şîrketa xwest li Cerattepeyê lêgerîna madenê bike red kir, di serlêdana 2'yê hezîrana 2015'an de ji bo lêgerîna jêderken bin erdê biryara erê da. Li ser vê yekî di pêşengiya Komeleya Hêşinahiya Artvînê 751 kes û 61 parêzeran di 8'ê tîrmeha 2015'an de ji bo rapora erêkirina Dadgeha Rîzeyê bê betalkirin doza herî mezin a dorhêlê hat vekirin.

Dadgehê di 14'ê adarê de li cihê jêderkê, di pêşengiya heyeta zanist de lêkolîn kir û ragihand ku ger ewlehiya xwezayê bê girtin û jêderk bi teleferîkê bê kişandin dê ev yek rê li ber hezazê veneke û dê salê 500 ton cewher bê derxistin. Piştî vê rapora heyeta zanistan, dadgehê biryar da ku di 19'ê îlonê de careke din li aliyan guhdar bike.

'Polîs destûr nade ji bilî dozdaran kes biçe Rîzeyê'

Di vê navberê de hate zanîn ku roja dozê ew ê Midûriyeta Polîsan a Rîzeyê bi takviyeya polîsên bajarên din nehêle ji bilî dozdaran, kom û aktivîstên xwezayê derbasî Rîzeyê bibin.

(kom/rc)