Qêrîna Behrareş ya qet nakeve: Komkujiya Çernobîl (1) - DOSYA
09:16
Karaseta pê re nehatiye rûhev: Li Çernobîlê çi bû?
Evrîm Kepenek/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Helbestkar Nazim Hîkmet di helbeta xwe ya 'Basîvanê Japon de' encama bombeya atomê ya di duyemîn şerê cîhanê de avêtin Japonyayê vedibêje û tiştên ku vegotibûn yek bûyereke ku dişibe wê di serî de li Rojhilatê Behrareş li Hopayê pêk hat. Bêguman nedizanî wê tiştek wisa li cihê ku ew jî mabû bê jiyîn. Wê demê gelên Rojhilatê Behrareş bi gotina ' netirsin çay vexwin' kişandin nava komkujiya Çernobîlê. Gelê wê herêmê bi salane qêrîna karaseteke ku qet nesekinî berdewam dikin.
Karaseta çernobîlê di 26'ê Nîsana 1986'an de pêk hat û bê guman tevgerên hewayî û gelên Rojhilatê Behrareş di bin bandorê de man. Lê têkildarî bandora Çernobîlê de lêkolîn û navendeke dokumantasyonê ya berfireh jî tine. Ji ber vê jî li bajarên Rohilatê Behrareş mirov veguherîne 'masîvanê japon'.
Me wek JINHA'yê di vê dosyaya nûçeya ku amade kiriye de di bin ser navê 'li Çernobîlê çi bû?' pêvajoya dîrokî ya Çernobîlê û bandora wê bibîr anî. Di beşa duyemîn de jî emê sernavê wê demê di çapemeniyê de derkteine bigirin dest. Piştî nûçeya me ya ser navê 'Çapemeniyê di Çernobîlê de jî ji gel re derew gotibû' şûnde emê mîkronê dirêj jinên masîvanê Japon yên Rojhilatê Behrareş bikin. li vê herêmê ji ber jehrîbûna nukleerê bi hezaran kes bi nexweşiya pençeşêrê ketin û ji jinên ku bi pençeşêra memikan ketin kut ê dermankirin Aysun wê vebêje.
Li Çernobîlê çi bibû?
Santrala Nukleerê ya Çernobîlê ya li Federasyona Rûsyayê di 26'ê nîsana 1986'an de teqya. Piştî qezayê bandor li Ukrayna, Belarus, Federasyona Rûsyayê û nîvê Bakur kir. Di encama radyasonê de li Rûsyayê 60 hezar li Ukrayna û Belerusê 140 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Di pêngava yekemîn de 3 hezar û 600 gund û bajarok, 2 mîlyon 650 hezar kes bi bandor bûn. Ji 350 hezarî zêdetir kes ji herêmê hatin durxistin.
Li gorî pisporan ji bo paqijkirina herêmên jehrî divê 100 hezar sal derbas bibe.
Rûsyayê qeza demekê veşart
Komkujiya Çernobîlê demekê veşarî hat girtin. Anonsa qezayê ya destpêkê di 28'ê Nîsanê de ji Swêdê hat. Li Fabrîkaya Nukleerê ya Forsmark ya Swêdê testa nukleerê ya binê erdê hat kirin û rotaya partîkulên hewayê Çernobîl nîşan da. Bi taktîka 'bêdeng bimîne- ji belayê dur be' otorîterên Sovyetan daxuyaniyek nedan û demeke dirêj têkildarî firehiya kazan û sazbûna wê de rastî êrîşên weşana radyoyê, bombebarana çapemeniya şaş hatiye agahdarkirin û gel hatinn.
Li gorî Rêxistina Doktorên Navneteweyî û Yekitiya Parastina Radyasyonê ji ber zirara Çernobîlê ji 600 mîlyonê zêdetir kesî zirar dîtiye. Yên herî zêde bi bandor bûn 'lîkîdator' yanî dildarên ferzkirî bûn. Ji van 112 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û ji yên mayî ji sedî 90 bi nexweşiyên pençêrê, tansiyon, mîde, roviyan ketin.
Nexweşiya Çernobîlê derket holê
Pisporan piştî komkujiyê diyar kirin ku nexweşiya Çernobîlê derketiye holê. Li gorî nêrîna pîsporan gelek kes nizanin nexweşiya Çernobîlê çiye.
Bandora wê ya li Tirkiyeyê? Li Akademîsyenan zext
Piştî komkujiya Çernobîlê radyoaktîf belav bû û hefteyek piştî qezayê di 3'ê Gulana 1986'an de bi barana barî re bandor li herêma Trakya û di 7-9'ê Gulanê de jî li Rojhilatê Behrareş kir. Tevî ku Tirkiye gelek di bin bandora vê de ma jî di vê mijarê de lêkolînek bergireh neha tkirin. Tenê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) raporek bi ser navê 'Piştî qezeya çernobîlê li Tirkiyeyê pençeşêr' amade kir. Di vê mijarê de akademîsyenên Tirkiyeyê diyar kirin ku ji ber xebatên xwe rastî zextan hatine.
Di heman raporê de hat gotin ku têkildarî nexweşan de pergalek qeydê nehatiye girtin û ji ber vê jî analîzek nehatiye kirin.
Sibê:Çapemeniya demî Çernobîl çawa dît?
(hu)