Qêrîna Behrareş ya nasekine: Karaseta Çernobîl (3) - DOSYA
09:11
Şahidên Çernobîl:Bila serê rastiyê neyê girtin
Evrîm Kepenek/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên dema komkujiya Çernobîlê pêk hat li Rojhilatê Behrareş bûn gotin: "Kengî pençeşêr bû qedera gelê Behrareş wê demê dengê kesên rastî vedigot hat bihistin." Jinan gotin Çernobîl wek mijarek qedexe veguhertine tabuyê û ji bo rastî neyên veşartin bang dikin.
Çernobîl di jiyana jinên Behrareş e wek gelek girînge. Dema bûyer tên vegotin û ji paşerojê mînak tên dayîn wek 'beriya çernobîlê û piştî wê' tê vegotin. Nurcan Vayîç ya di Meclîsa Jinan a Sosyalîst a Hopayê de xebatan dimeşîne diyar kir ku piştî Çernobîlê xaka wan têk çûye, sebze û fêkî tinene. Nurcanê got wê demê zarok bûye û ji ber vê pir tişt nayê bîra wê û got bi zanebûn mijar hatiye veşartin û malbatan jî ji ber tirs neyê afirandin mijar neanîne ser ziman.
Nurcanê got doktorekî li nexweşxaneyê dixebitî gotibû wê bandora radyasonê 20 sal şûnde derkeve holê û got rastiya Çernobîlê bi pêkhatina mirinan re dîtine. Nurcanê wiha got: "Sedema nexweşiyan tenê Çernobîl nekare bê nîşandan. Di vê mijarê de lêkolînek nehatiye kirin. ev kêmasiyek mezine. Dewlet wek berê îro jî serê vê bûyerê digire. Çaya ku xistin bin xakê piştî salan şûnde derket holê û em dipên ku rastiyên zanistî jî derkevin holê."
'Kesî rastî venedigot'
Jina bi navê Asiye Atagun jî got dema têkiliya jin û xwezayê tê fikirin yên herî zêde dibin bandora Çernobîlê de mane jinin û wih agot: "Em bi gotinên 'li Trabzonê zarokên sê serî hatine dinê' mezin bûn. Lê nexweşxaneyan di vê mijarê de daxuyaniyek nedan. Sankî tiştekî nebaş bibû lê kesî rastî j ime re negot. Wekê ku pir dûr çêbûye nîşan didan."
Asiyeyê bi lêv kir ku piştî Çernobîlê ji baranan ditirsin û wiha got: "Em sê rojan dernakevin derve û em xwe ji bandora radyasyonê diparêzin. Em naxwazin santralên nukleerê yên Akkuyu û Sînopê bên çêkirin. Divê bandora Çernobîlê jî baş bê vegotin."
Findikên bê pere, rayedarên dewletê yên çay vexwarin
Pispora civaka sivil Dîlek Dundarê jî got ew sedema pençeşêrê Çernobîlê dibîne û got dê û bavê wê ji ber pençeşêrê mirine û wiha got: "Ez li Fasê hatim dinê. Vî bajarî 12'ê îlonê jiyan û nîvê nifûsa wê îşkence dît, hat girtin. Dema Çernobîl hat jiyîn wekê ku dozger di ser Fasê de derbas bibû.Tiştên min derbarê Çernobîlê de dizanî ev bû ku hefteya malên herêmî de findik bê pere hatin belavkirin û di televîzyonan de rayedarên dewletê çay vedixwarin."
Dîlekê wiha berdewam kir: "Piştî demek dirêj min rastî hîn kir. Çawa pençeşêr bû qedere Behrareş wê demê me dengê rastiyan bihist. Wan dengan j ime re digot Çernobîl santralek nukleerê ye, bi teqînê re madeyên radyoaktîf bi ser me de barîne, rayedarên dewletê tevî hemû hişyariyan ji nedîtîve hatine û rojên reş hatine. Wê demê me fêm kir Çernobîl. Lê êdî pir dereng bû. ji ber pençeşêr pir mezin dibû. Ji her malbatê herî kêm kesek. Navê wê bibû nexweşiya xerab. Min jî nisîbê xwe jê girt. Destpêkê hevalê min yê herî nêz Kazim, bi 6 meh navberê dê û bavê min."
Avê jehrî, xaka jehrî, behrên şehrî
Ji Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê Alîkar Doç Dr. Çîgdem Şahîn di heman demê de berdevk û sekretera giştî ya Gel a KOmeleya Têkoşîna li dijî Veguhestina Bajar a Fener Balatê ye. Çîgdem ku Çernobîlê baş bibîr tîne wiha dibêje:
"Çernobîl belkî yek ji karasetên herî mezin û ya herî xerab a cîhanê bû. Mirovan tiştek fêm nedikir. Digotin 'zarokno çi bû dawiya dinyayê hatiye. Sewal derdixistin derve û lêdidan. Yekî digot 'dema em derdiketin me li hespan dixist, digiriyan'. Nîşaneya kesekî radyasyon girtibe ev bû ku bîhn nedigirtin. Westandîbûn. Xwendekar di dersê de diketin. Hişê xwe winda dikirin. Her kes bêzar bû. dayika her roj cilên xwe dişuştin. Fêkî û sebzeyên baxçeyên xwe îmha dikirin. Mirovan hinek tişt ji bo pîvana radyasyonê dianîn. Lê her tişt wisa di ser lîmîtan de bû ku, dest jê berdan. Bêçare ev xak dîsa çandin. Goşt û şîrê pezê xwe xwarin. Zarok li ser xaka jehrî lîstin. Mirova ava jehrî xwarin. Di behra jehrî de soberî kirin. rêjeya kesên dimirin ji sedî du sed zêde bibû.
'Zarok hîna nexweş tên dinê'
Di ser karasetê de 30 sal derbas bû lê hîna bi hezaran zarok nexweş û seqet tên dinê. An jî piştre ji ber radyasyona zêde dimirin. Bi hezaran zarokên li nexweşxaneyan tên dermankirin, roj bi roj hîn dikin ku hevalên wan jiyana xwe ji dest dane. Ev tiştên min bi we re parve kiriye, zêdetirî wê di pirtûka bi navê 'Ji Çernobîlê deng' de hun dikarin bibînin."
Çîgdemê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî rayedarên dewletê rastî veşartin jî gelê Behrareş rastî dizanîbû. Di serî de Kazim Koyuncu û gelek kes di temenê ciwan de mirin. Ji her malbatekê herî kêm çend heb bi vê nexweşiyê ketin."
SIBÊ: Parêzvana jiyanê Aysun Paksyon ku bi pençeşêrê re têdikoşe vedibêje
(sy\hu)