Zarokên Kobanê perwerdeya xwe li Pirsûsê dewam dikin
13:22
JINHA
RIHA - Zarokên ku xwişk û kekên wan li Kobanê di eniya berxwedanê de ne, li wargehên ji konan ên li Pirsûsê perwerdeya kreş, xwendin, nivîsandin, çand û hunerê dibînin. 2 hezar 500 zarokên ji aliyê mamosteyên pispor ve tên perwerdekirin, li benda alîkariya kel û melên dibistanê ne.
Zarokên ji Kobanê ku di temenekî biçûk de ji barbariya çeteyên DAŞ'ê re şahidî kirin, li wargehên ji konan ên li Pirsûsê, li malên desteka perwerdeyê hem xwendin nivîsandinê hîn dibin, hem jî bi zarokên din re têkiliyê datînin. Hîndekarên dildar ên di nava komîsyona ji 3 saziyan pêk tê de cih dgirin, bi zimanê Kurdî dersê didin zarokan. Saziya Zimanê Kurdî, Egîtîm-Sen û Navenda Çandê ya Amara di nava vê komîsyonê de cih digirin.
2 hezar û 500 zarok tên perwerdekirin
Li malên desteka perwerdeyê yên li wargehên ji konan ên Arîn Mîrxan, Rojava, Kobanê û Suphî Nejat Agirnasliyê, 2 hezar 500 zarok tên perwerdekirin. Perwerde wê di hefteya pêş de li wargeha Kader Ortakaya jî destpê bike. Perwerde ji zarokên temenê wan di navbera 3 û 10 salî de tê dayîn. Zarokên ji 6 salî biçûktir li kreşan, yên di navbera 6 û 10 salî de jî ji pola yekemîn heta ya çaremîn tên bicihkirin û perwerdekirin. Perwerde bi zimanê Kurdî bi tîpên latînî ji aliyê 40 mamosteyên Kobaniyî yên pispor ve tê dayîn.
Zarokên ji 10 salî mezintir jî, li navendên çandê perwerdeya erbanê, şano, govend, drama, koroya zarokan dibînin. Perwerdeyên çand û hunerê ji aliyê hîndekarên pispor ve tên dayîn.
Endamê Komîsyonê Mehmet Karakiş der barê pêwîstiyên perwerdeya zarokan de agahî da û bang li welatiyan kir ku alîkariya ji defter, pênûs, jêbir, çente, kel û melên kreşê, ji bo xebatên çandê jî tembûr, erbanê û gîtarê, kir.
(zt)