Girtiyên PAJK: Em şopdarê Sakîne, Fîdan û Leylanin
09:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî qirkirina Parîsê ser navê girtiyên PAJK’ê Kajîn Perî daxuyanî da û got: “Em weke hevalên Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan vê roja reş lanet dikin. Em ê şopgirên tekoşîna hevalê xwe bin. Divê bê zanîn ku heta berpirsên qetlîamê neyê zelal kirin û neyê darizandin dê di pirsgireka demokratik bûna Tirkiyê û pirsgireka Kurd de çareseriyek mayînde çênabe.Soza me ji her sê hevalê me re ewe ku emê hesabê vê qetlîamê û hemû kirinên wan ên qirêj bi xurtî bipirsin û tekoşîna hevalên xwe bi azadiya Rêber û gelê Kurd ve tacidar bikin.”
Girêdayî qirkirina 9’ê Çile girtiyên PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimînin daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyaniya ku bi navê Kajîn Perî hat weşandin wihaye; “Di dîroka 9 ê Çile ya 2013'an de, bi hevkariya hêzên navnetewî di kesayeta Sakîne, Leyla û Fîdan de li ser tevgera azadiyê li Parîse qetlîmek pek hat. Di vê qetlîamêde tenê destê GLADYO ya Tirkiye yê tuneye. Di nav vê de Fransa, Almanya, CIA, MOSAD, hwd heye. Ji ber vê jî ruxmê ku kujer diyare û di destê dewleta Fransayê de ye. Ruxmî ku ewqas delîlên şênber li holêne, ji ser buyerê du sal derbas bûye, lê mixabin misqalek rê, pêşveçûn çênebûye. Ev jî diyar dike ku qandê berpirsiyarê qatlîamê Tirkiyê ye. Lê di heman astê de berpirsiyar dewleta Fransa ye jî.”
‘Bila berpirsên qirkirinê bên diyarkirin’
Kajîn Perî da zanîn k udi heman astê de berpirsyariya Fransa jî heye û wiha domand: “ Heke beşek saziyên Fransayê jî ne di nav de bûna dê berpirsê qetlîamê bi wênekî bi tevahî raya giştî re parve bikirana û xwe jî ji vî sûcî xilas bikira. Heta ku hêzên di pişt vê qetlîamê de cih digrin dewleta Fransa zelal neke û bi raya giştî re parveneke dê weke berpirsê vê qatlîamê ji aliyê Kurdan ve were dîtin û dê bibe qamburekî li ser pişta dewleta Fransaye. Ji bo vê jî heke Fransa dibêje ‘Destê me din av qatlîamê de nîne’ dive teqez hêzên berpirsiyar deşîfre bike.”
‘Bi vê qirkirinê jî ne gihan armanca xwe’
Kajîn destnîşan kir kul i Parisê di kesayeta sê jinan de tevgera jinên azad hedef girtibûn û wiha berdewam kir: “Di kesayeta her sê hevalê me de berxwedana gelê Kurd a ku ber bi çareseriyê ve diherike darbek mezin lidarxisti bûn. Pirsgirêka Kurd weke goka ji agir din av dilê Tirkiyê de tim û tim hiştin de israrkirin bû. Pêşengiya vê jî lobiyên şêrên taybet ên ku hêza xwe ji ranta şer digrin û ne çareseriyê de israr dikinin. Îro heman hêza qomloger en navneteweyî, lobiyên ku hebuna xwe li ser ranta şer avakirine li peşiya Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê weke kelemekî bingehîn dibînîn. Boy wê jî di kesayeta Rêber Apo de li ser gelê Kurd qomploya navneteweyî pêk anîn. Lê belê bi vê qomployê re tevgera azadiyê nehat ruxandin. Dîsa di demekê ji bo çareseriyê dê gav bihata avetin de bi pêk ahtina qetlîama 9 ê Çileyê de qoplo carekê din xwe dubare kir. Bi vê qatlîamê jî negihîştin armanca xwe.”
‘Hêzên komploger cardin bi DAIŞ’ê re gihiştin hev’
Kajîn bilêv kir ku şerê d idi Rojhilata Navîn de gur bûye û bi tayîbetî li Şengal û Kobanê bi dijwarî tê meşandin ji qirkirina Parîsê ne qute û wiha dom kir: “Careke din hemû hêzên qomploger rêxistinek bi navê DAİŞ’ê derxistin pêş û bi destê wan çeteyan li Şengal ê ser gelê Kurd taybetî jî jinên Kurd qatlîam destpêkir. Lê PKK’ê ev qetlîam jî sekinand û nehişt pêş de biçe. Pên gavên paş da jî avetin. Van hêzan xwestin careke din li Kobanê hovîtiya xwe biceribîne; weke gurekî har bûyî ji çar aliyan êrîşê Kobanê kirin.”
‘Em sozê didin’
Kajîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji roja destpekê û heta roja me ya îro di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd ê ku ji kaniya felsefe ya azadiyê avê vexwariye an jî jê bawer dike bi vînek giranbûha û berxwedanek bê hempa li berxwe daye û hêzên qonploger vala derxistiye. Hesap ji hêzên qomploger pirsiye û dê bipirse jî. Em ê hesabên qetilkirina her sê hevalê xwe heta dawiyê pirs bikin û dev ji doza wan bernedin. Em weke hevalên Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan vê roja reş lanet dikin. Em ê şopgirên tekoşîna hevalê xwe bin. Divê bê zanîn ku heta berpirsên qetlîamê neyê zelal kirin û neyê darizandin dê di pirsgireka demokratik bûna Tirkiyê û pirsgireka Kurd de çareseriyek mayînde çênabe. Divê dewleta Tirk û hûkûmeta AKP’ê vê rastiyê bizanibe. Soza me ji her sê hevalê me re ewe ku emê hesabê vê qetlîamê û hemû kirinên wan ên qirêj bi xurtî bipirsin û tekoşîna hevalên xwe bi azadiya Rêber û gelê Kurd ve tacidar bikin.”
(şg/zt)