Li Cizîra Botanê Mêhrîcana Çand û Ziman
10:31
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Li Cizîrê 9'emin Mihrîcan Çand û Ziman sibê destpê dike. Hevseroka KURDÎ- DER'ê Ruşen Demîr diyar kir ku wê jin di her cureyên bernameya mêhrîcanê de cihê xwe bigre û ev tişt got: "Jin di mîhrîcanê de bi rengê xwe bi fikir û ramanê xwe, bi xemil û hêza xwe, bi hişmendiya xwe cihekî taybet digre”
Cizîr ji bo 9'emin Mihrîcana Çand û Ziman amadeye. Mihricana ku ji aliyê Şaradariya Cizîrê ve her sal tê amadekirin îsal bi şîara “Bi Çand û Zimanê azad em jiyana azad ava dikin” tê li dar xistin wê di 14- 17 Gulanê de pêk were. Ji bo mîhrîcanê bernameyek dewlemend hatiye amadakirin û mîhrîcanê de meşa bi hespan, panel, Şano, konser, xwendina helbestan û denbêjî cih digrin. Bernama mîhrîcanê ne tenê li nava bajarê Cizîrê wê herwiha li gundan jî şahî pêk werin.
‘ji bo ku zimanê me azad bibe me berdêlên giran da’
Di derheqê Mihricanê de Cîgira Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Çayildak axivî. Berîvan diyar kir ku ew bi salane berxwedidin da ku zimanê wan ji bin bandara dewleta dagirker derkeve û wiha axivî “Zimanê me yê dayikê pîroz e, xwezayî ye.” Berîvan desnîşan kir ku mebesta mîhrîcanê ewe ku roja cejna zimanê kurdî pîroz bike û wiha pêde çu: "Bi salan e zimanê me ji alî dagirkeran ve hatiye qedexekirin divê êdî zarokê me bi zimanê xwe bi axivin.” Berîvan da Zanîn ku ewê meşa vekirina mihricanê bi karwanê hespan despê bike û wiha got: "Emê jî bi cilên xwe yên netewî li peyî karwanê hespan bi meşin heta Parka Şaradariyê. Hesp ji me re ji mîrayê Mîr Bedirxan û Celalet Bedirxanan ne." Berîvan di derheqê bernama mîhrîcanê de agahî da û ev tişt got: "Di bernama me de şano heye, panelê me yê jinan hene. Li ser pêvajoye hilbijartinê wê nikaş bên kirin. Bi rastî dema meriv lê dinêre hişmendiya ku me bi rê ve dibe deshilatdariya zilam e ji ber wê jî me di mîhrîcanê de cihek giring daye jinê. "Berîvan bang tevlîbûnê li hemu gelê Kurdistanê kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bên em li zimanê xwe çanda xwe xwedî derkevin. Ji ber ku ji bo zimanê me azad bibe me berdêlên gelek giran dane.”
‘Cizîr ne tenê di aliyê polîtikayê de pêş ketiye’
Hevseroka KURD- DER'a Cizîrê Ruşen Demîr jî axivî û diyar kir ku Cizîra Botan bi sedan sala ne navenda çand, huner, alimiyê ye û wiha got: "Dema mirov dibêje Cizîra Botan; Birca Belek, Mem û Zin, Nuh Pêxember, Melayê Cizîrî, Ahmedê Cizîrî, Îsmail Ebunîs, Malbata Bedirxaniyan, Meryem Xan, Bêrîvana Cizîrê, Serhildana Cizîrê û gelek sîmgeyên din yên dîrokî ku li Cizîrê hatine jiyandin tên bîra meriv. Armanca vê festîfalê ewe ku vê çanda dewlemend bide naskirin. Em hêvîdarin vê mîhricanê hemû rengên Cizîrê bide xuya kirin." Ruşen desnîşan kir ku Cizîr ne tenê di politikayê de pêşketiye her wiha di aliyê çand û hunerê de jî dîrokek kur û dewlemende. Ruşen da zanin ku bernama wan ji her aliyê çandê ve dewlemende û wiha got: "Bernama me ji aliyê ziman, huner, dengbêjêyê, sitranbêjîyê, ekolojiyê, polîtiqayê ve bernameyek gelek dewlemende. Ji xwe ziman bi tena serê xwe qadek gelek firehe. "Ruşen desnişan kir ku ji wan ji bo gundan jî bernama amade kiriye û ew dixwazin di mihricanê de ne tenê rengê Cizîrê dixwazin rengê hemu navçe û gundê Şirnexê bidin nişan dan. Ruşen bi lêv kir ku wê jin di her cureyên bernama de cihê xwe bigre û ev tişt got: "Jin di mîhrîcanê de bi rengê xwe bi fikir û ramanê xwe, bi xemil û hêza xwe, bi hişmendiya xwe cihekî taybet digre.” Ruşen got ku ew îsal mîhrîcanê bi şiara “Bi Çand û Zimanê azad, em jiyanek azad avadikin” li dar dixin û banga tevlîbunê li hemu gelê Kurdîstanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvidarin gelek kes beşdarî vê mîhrîcanê bibe û bi kêfxweşî bi reng û coş derbasbibe.
Bernama Mihrîcanê wiha ye:
14’ê Gulanê
Merasîma vekirinê ya mîhrîcanê
Meşa mîhrîcanê
Vekirina Konên Çand Hunerê û Pêşangeh Govenda mîhrîcanê
Panel: Rola hunerê ya di înşakirina civakê û berxwedana li dijî polîtîkayên qirkirinê de
Şano (Mala Extiyaran) : Akademiya Ş. Nûda ya Wanê- Egîtîm Sen Wan
Konsera vekirinê: Koroya Ş. Welat Botan - Koma Nergizên Botan - Berfîn Mamedova - Marsîs - Rodî - Şitlên Azadî
15’ê Gulanê
Pêşbirk
Beşdar: Hemû sazî
Panel: Ziman û perwerde
Bernameya gund
Şano: Şanoya Hezex
Konser
Koma Denge Amara - Koma Hêzîl
Govend û Danasina Cilên Herema
Koma Govenda Reşko (Navenda Çandê ya Geverê)
Komên Govendên Şirnexî
NÇM Edeneyê
Koma Kulîlkên Botan
16’ê Gulanê
Serdana Dayikên Şemiyê
Panel: Ziman û siyaset
Ji bo zarokan bernameya anîmasyonê
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle
Ji Deryaya Reş heta Botanê newayên jinan
Ayfer Duzdaş- Ayşenur KOLÎVAR - Kurdî - Behiye - Hediye
17’ê Gulanê
Panel: Ziman û çapemenî
Bernameya helbestan
Fatma Savci- Ehmed Huseynî- Rênas Jiyan
Şano
Şanoya Yekta Hêvî (Navenda Çandê ya Dîcle Firat)
Konsera dawî
Koroya Jinê ya Mîtannî - Mesut Gever - Bajar - Evîn - Zele Mele - Demhat Botan - Lawje
(ma/zt)