Dayîkên ku zarokên wan hatin qetilkirin: Em testlîm nebûn û nabin

09:06

Bêrîtan Canozer- Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê bi îlan kirina rêveberiya xweser êrîş hatin despêkirin di wan êrîşan de bi sedan zarok ji aliyê tîmên taybet û sekvanan ve hatîn qetilkirin. Dayîkên ku zarokên xwe winda kirine diyar kirin ku dewletê di salên 90'an de jî bi heman awayî êrîşê wan kiriye û destlîm nebûne. Dayîkan anî ziman ku ew teslîm nebûne û nabin jî.

Bi konsepta şerê AKP'ê re li gelek navçeyên Silopî, Cizir, Nîsêbîn û Surê tîmên taybet êrîşî welatiyan kirin û di nav de jin û zarok jî heyî bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. Bi taybetî li navçeyên Nîsêbîn, Cizîr û Sîlopiya yên ku bi rojan qedexeya derketina derve hat dest pê kirin gelek zarok ji aliyê sekvanan ve bi çekên giran hatin qetîlkirin. Dayîkên ku zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qedîlkirin daxwaz kirin ku demîldest şer bê rawestandin û êdî bila zarok neyê qetîl kirin.

Dayîka Mezlûm: Dewletê bi qes kurê min qetîl kir

Dayîka Mazlum Turan, Yuksel Turan a ku li navçeya Qosera Mêrdînê dijî anî ziman ku dewletê kurê wê bi qes ketîl kiriye û wiha axivî: "Ev bû 3 mah kurê min hat qetîlkirin. Wê rojê kurê min Mazlum bi birayê xwe û kur apê xwe re ji kar dihat mal, di wesayîtê de hat kuştin. Kurê min mirîşkan difirot. Tenê gunehê kurê min ew bû ku kurd e ji bîlî wê tu gunehê kurê min tune ye. Dewlet dibêje ji ber ehliyata wî tune bû û nesekînî me jî lêda. Ez dipirsîm gelo madem ne sekînî tu ji ku di zanî ku ehliyata wî tune bû? Na mesele ne ev e yek bi yek xwestin wî bi kujin. Bila dewlet dev ji kuştina zarokan berde. Dê heya kuderê jin û zarok bên kuştin heya ku aştî bê divê çend kesên din bê kuştin."

Dayîka Tahsîn: Em destûr nadin ku zarokên din jî bimirin

Dayîka Tahsîn Uray yê 9 salî ku ji aliyê dewletê ve hate qetîlkirin Nercihan Uryan a ku li navçeya Qoserê dijî jî got ku em ê heya dawî li hemberî dewletê li ber xwe bidin û destûrê nadin ku êdî zarokên din bimirin. Nercihan anî ziman ku dê hesabê ji kujerên kurê xwe bipirse û ev tişt got: "Kurê min dema ku li ber derî dilîst tiştekî ku nizanî bû çi ye da destê xwe û di destê wî de teqiya û kurê min jiyana xwe ji dest da. Ev kuştin êdî bes e. Êdî sebra me nemaye. Gelo çi zerara kurê min ê 9 salî hebû. Bila êdî ev şer û êrîş rawestin bila êdî zarok nemirin. "

Dayîka Adem: Ev erd ya me ye

Dayîka Adem Sevînç ya ku ji mala apê xwe dihat û bû hedefa sekvanên dewletê Zeynep Sevînç jî wiha hestên xwe anî ziman: "Roja ku kurê min hate qetîlkirin ne çalakî hebû li taxê ne jî qedexeyiya derketina derve. Panzêr ketin taxê û li derdorê gule barandin û kurê min bû hedefa guleyên wan. Em yek ji qetlîam û zilma li ser me dikîn qebûl nakin. Ez dîpirsim gelo ji bo em kurdîn tên kuştin. Dewlet kurê min ya 17 salî qetî kir. Kijan wîcdan destûrê dide vê. Gelo dê gelê kurd wiha bi qedînin. Bi salan e ku ev şer li ser me tê kirin. Vir erka me ye em dev jê bernadin û heya dawiya jiyana xwe em ê li ser erka xwe bin."

Dayîka Diyar: Kurd teslîm nabin!

Dayîka Diyar Akin Mehsuba Akin jî ev ev tişti got: "Min kurê xwe ji bo derman bistine şand derve lê pîştî seatek agahiya kuştina kurê min hat min. Em rabûn çûn nexweşxaneyê. Heya ku em gihan nexweşhaneyê kurdê min jiyana xwe ji desta dabû. Ji kerema xwe êdî bes e. Bila êdî dilê dayikan ne êşî. Ez bang li her du aliyana jî dikim bela ev agir bê demîrandin. Gelo gunê van zarokan çi ye ku tên kuştin û me bi kuştinê ceza diken. Di salên 90'î de jî heman êrîş û kuştin hebûn. Di wê demê de ji dixwistin kurdan bi dawî bikin lê kurd kurd bi dawî nebûn û niha bi hêztirin. Gelê kurd tucarî li hemberî zilmê teslîm nebû ye û nabe jî! "

(ho/zt)