Di salên 1990'î de berxwedêra pênc gundan Aliye Îdîn - TAYBET
10:05
Zehra Dogan / JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexa ku ji bo jiyanek bi rûmet têkoşîn didome, li pişt barîkatan dîroka tê jiyîn Aliye Îdîn. Di salên 1990'î de Aliye Îdîn ku li gundên Çemika Tehlo, Avyan, Bacirît, Xirgê Bestê, Gundikê Xerilga pêşengiya berxwedana gel kir wiha dibêje: "Vî emrê min şahidî ji tecawiza jinan, gulebarana gel û êşên gelek mezin kir."
Li herêmên ku polîtîkayên şer didome berxwedana gel a ji bo jiyanek birûmet jî berdewam dike. Li Şirnexê jî di pêşengiya jinan de çalakî û berxwedan didome. Li Şirnexa ku li pişt her barîkatekê berxwedana jinekê veşartiye yek ji jinên pêşeng jî Aliye Îdîn ku di salên 1990'î de pêşengî ji berxwedana pênc gundan kiriye. Aliye di sala 1985'an de dema kurê xalê wê li Manîsayê leşkerî dikir bi wî re zewicî û hat gundê Çemika Tehlo ya Şirnexê. Adiye şahidiya pêkanînên leşkeran ên wekî, tecawiza jinan, jêkirina organê zayendî yê mêran, gulebarana leşkeran a li ser gel ên li gundikên Çemşka Tehlo, Avyan, Bacirît, Xirgê Bestê, Gundikê Xerilga kir tiştên jiyaye vegot.
Li ser pişta hesp jiyana ber bi çiyayan ve
Têkoşîna gelê Botanê ya salên 1990'î ku pêşengiya wê jinan dikir Aliye wiha vedibêje: "Ez li Manîsayê di malbatek ku rewşa wan baş bû de mezin bûm. Piştî ku ez bi kur xalê xwe re zewicîm jiyana min guherî. Hemû tişt bi kirîna bîleta trenê destpê kir. Dema min ferqa di navbera rawestana destpêkê û dawiyê dît min bawer nedikir. Hevjînê min ez li ser pişta hesp birim zozanan. Êdî mala min çadir bû. Ez qet ji bîr nakim min ji birayê hevjînê xwe pirsa 'Ka ceyran' kir ew jî agir nîşanê min da û got: 'Vaye ceyran.' Wekî jinek ku di nava du cîhanan de li çiyayan rastiya gelê kurd wekî şeqamekê li rûyê min ket."
'Li pêş çavên mêran jin hatin tecawizkirin'
Aliye da zanîn ku dema têkoşîna gelê kurd destpê kir zextên dewletê jî destpê kirin û wiha got: "Her şev derdura me dihat girtin. Benên çadirên me jê dikirin û em ber bi zozanan ve rêdikirin. Li zozanan wekî koçerên ku tiştekî wan tunene me şeva xwe li qamirgehan derbas dikir û em rojê dihatin zozanan. Her şev ev berdewam dikir. Dema em vegeriyan gund jî êrîş dijwartir bûn. Digotin hun alîkariyê didin gerîlayan û îşkenceyên giran li me dikirin. Zarok bi piyên wan ve girêdidan û digotin: 'Tirki biaxivin.' Min tenê tirkî dizanî û ji ber wê berdevkê gundiyan ez bûm. Di ser malan de digirtin, xwê li hemamê direşandin, piyên mêran di şelandin û li ser xwê didan meşandin. Dema ev yek dikirin radyo vedikirin, guh didan stranan û ji xwe re keyf dikirin. Êdî ez na tirsim û dibêjim; 'tecawizê, ker, hesp, çêl û bizinan dikirin. Xwestin tecawizê jinên gundê me jî bikin lê me berxwe da. Lê li gundê Avyanê heman tişt pêk nehat. Du jin destê mêrê wan girêdan û li pêş çavê wan tecawiz kirin. Mêran ji aciziyan ji ber lingên xwe bi erdê ve dianîn û birin lingên xwe parçe kirin."
'4 mêr li meydana gund kaş kirin'
Aliye diyar kir ku li kuderê serdegirtin hebe ew li wir bû û wiha pêde çû: "Dema bi ser gundan de girtin, dema agir li gund dihat pêxistin min dizanî ku îşaret didin min ku serdegirtin heye. Ez bi lez diçûm gund min xwe diavêt pêşiya leşkeran û min ew ji gund diqewitandin. Şevekê leşkeran bi ser gundê Çemikê Tehlo de girt, 4 mêr qetil kirin û li pêş çavên zarokên wan bi saetan li meydana gund kaş kirin. Bi pêxistina agir min fam kir ku tiştek li wir qewimiye, ez li pişta hesp siwar bûm û ez ber bi gund ve çûm. Gundî li meydana kom kiribûn û tazî kiribûn. Ez bê tirsbûm. Dema ez diçûm gund leşkeran digot; 'Vaye Aliye dîsa hat' dema ez çûm gund min pêşiya cilên gundiyan yek bi yek li wan kirin. Min gel birêxistin kir û me cenaze ji destê leşkeran girtin. Min xwe avêt pêşiya fermandarê ku qereqol li gund avakiriye û min bi qêrîn jêre got; 'Ji ber ku ev gel zimanê tirkî nizane mafê we yê ku hûn hemû tiştî bikin tuneye.' Wî jî ji min re got; 'Fermana ku hatiye wihaye.' Min xwe avêt bêtêla di destê wî de û min ji yê ku li hemberî xwe re got; 'Ligel we ar, rûmet tuneye, ger hun bikujin werin min bikujin.' Ji bo gelê gund teslîm nebe me heta serê sibê li ber xwe da û em bi dehan caran rastî îşkenceyê hatin."
'Organê zayendî yê mêran jê kirin û bi daran ve hilawîstin'
Aliye bi lêv kir ku serê sibê leşkeran 25 mêr bi xwe re birin çiya û wiha berdewam kir: "Leşkeran got; 'heke kesek li pey me were em ê wan bikujin.' Bi înat ez bi tenê li pey wan çûm. Dema ez gihiştim çiya min dît ku organê zayendî yê zilaman jêkiribûn û bi daran ve hilawîstî bûn. Min tilîlî avêtin û ez bi saetan li çiya geriyam. Ez çûm bi fermandar re axivîm, henekê xwe bi min kir û got; 'Hevjînên wan bînin bila ligel wan razên em ê wan serbest berdin.' Min destên xwe avêtin singa wî û min got heta wan ne berdin ez bi derekê ve naçim. Min li her gundî raperîn da destpê kirin û li derdora çiya kom bûn û bi saetan li bendê man. Me got heta em wan negirin em bi cihekî ve naçin. Ji ber biryarbûna me leşker paşve vekişiyan. Me piştî 5 saetan mêran ji daran anîn xwarê. Gelek ji wan hîna nexweşin."
'Em salan li bajaran di bin çadirê de jiyan'
Aliye da zanîn ku wê rojê leşker paşve vekişiyan lê êşên wan ne qediyan û wiha pêde çû: "Zext berdewam kirin. Em êdî bi van zextan re fêrî jiyanê bûn. Ez qet ji bîr nakim em ji bo bûk anînê çûbûn gundê li beramberî gundê me, me bûke li hespê siwar kir, pêçeka sor li ser serê wê kir û bi tilîliyan em vedigeriyan. Dema em gihiştin gund êdî her tişt ne wekî berê bû. Mala me û eşyayên me li pêş çavên min dişewitîn. Me bi saetan li gundê xwe yê ku dişewite mêze kir, şev jî em bi kerwanên bûkê re ber bi Şirnexê ve ketin rê. Me li navenda bajar çadirên xwe vekir û me bi salan di çadirê de jiyan kir. Bihizirin ku gelek li ser axa xwe bê cih û war bimîne û di çadiran de jiyan bike."
Aliye anî ziman ku di şerê di sala 1992'an de li Şirnexê destpê kir zext zêdetir bûn û wiha axivî: "Em bi zarokên xwe re 3 rojan me xwe di tuweletê de veşart. Rojên gelek bi êş bûn, dîsa ji bo rêxistinkirina gel min pêşengî kir, rojekê em li Qada Cumhuriyetê kom bûn û me xwest em li hemberî şer çalakiyekê li darbixin. Lê tehemûla wan a vê jî tunebû, êrîşî me kirin û gel gulebaran kirin. Li cihê bûyerê 25 kesan jiyana xwe ji dest da. Her kes bi cihekî ve direviya, her ku direviyan dihatin qetilkirin. Dema ez reviyam ez ketin kanalîzasyonê, bi sedan kesan pê li min kirin û derbas bûn. Kes ez ferq nekirim û hemû hestiyên min şikestî bûn. Fîstanê min ê zer di nava xwînê de ma bû. Bi rojan ez di nexweşxanê de mam. Wê rojê di wê êrîşê de 100 kes hatin qetilkirin."
'Li pişt xendekan cara yekem me ji bo xwe jiyanek ava kir'
Aliye di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heke ez bibêjim dê bibe roman, me gelek rojên wiha jiyan kir, gelek xizmên min di îşkencê de jiyana xwe ji dest dan û gelekan jî berê xwe dan çiyayan. Niha xendek hene, li pişt xendekan cara yekem me ji bo xwe jiyanek ava kir. Cara yekeme ku em dikarin bêjin ev ax, axa me ye. Piştî salan cara yekeme ku polîs û leşkeran bi ser mala min de nagirin."
(mb/rc)