Li Qersê şahiya 8'ê Adarê
16:39
JINHA
QARS - Li Qersê jinên ku bi pêşengiya KJA'ê hatin gel hev ji bo 8'ê Adarê şahiyê cur bi cur li dar xistin. Jinên ku erbane lêxistin û sitran gotin bi dirûjma "Jin jiyan azadî" govend gerandin.
Li Qersê bi pêşengiya Hevkarên Kongreya Jinên Azad (KJA) jinên ku hatin gel hev ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê şahiyên cur bi cur pêk anîn. Jinên ku li ber avahiya DBP'ê hatin gel hev li navenda sûkê li jinan qurnefîl belav kirin û piştre dîsa hatin ber avahiya DBP'ê. Jinên ku sembola aştiyê melesên xwe yê sipî dan serê xwe û wekî flar kirin sutiyê xwe li ber erbanê û sitranan bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi seatan govend gitin.
Jin şer naxwazin
Pîştî rêzgirtina ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dan, Helbesta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi navê "Sevda Kadını" hat xwendin. Çalakî bi Sitranên hunermendên Navenda Çandê ya Sema a ku xeabtên xwe di bin banê Şaredariya Agiriyê de bi rê ve dibe bi dawî bû.
(mk)