Kongreya Star 8 Adarê li tevahî jinan pîroz kir
10:34
JINHA
QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûnê li jinan hate kirin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî weşand û roja 8'ê Adarê li tevahî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, bi rûhê berxwedana Bakûrê Kurdistanê, ew ê têkoşîna jinan bilind bikin û wiha berdewam kir, "Heval, xwîşik û dayikên me yên hêja, hemû gelê me yê birûmet, em 8'ê Adarê cejna azadî û serhildana jinê li we tevan pîroz dikin. Her wiha ev roj di serî de li Rêhevalê jinên azad Rêber Apo û şehîdên pakrewan pîroz dikin."
Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin "Çawa ku dîroka 8'ê Adarê hertim bi têkoşîna li dijî zilm, zordarî, çewisandin û komkujiyan tejî bûye, dî 8'ê Adara îsal jî jin dê li dijî komkujiyên li ser gel bi taybet kiryarên dij-mirovane yên rejîma Tirkiyê berxwedaneke bêhempa nîşan bide. Di demeke wiha de ku çeteyên AKP'ê êrîşên hovane li ser gel pêk tîne, jin, ciwan, zarok, kal û pîran dişewitîne û dikuje, bi rêya çeteyên xwe DAÎŞ, Cebhet El Nusra û Ehrar Elşam li ser gelê Rojava li Efrîn, Heleb, Şêx Meqsûd, Ezaz, Girê Spî êrîş dike, her wiha tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo, girîngiya têkoşîn û xwedîderketin li ax, doz û azadiya xwe ji her demê bêtir derdikeve holê."
Kongre di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev êrîş destketiyên şoreşê hedef digre û wiha pê de diçû, "Tê xwestin Kurd careke din bikeve tarîtiya sedsalan. Lê belê gelê me, di serî de jî jinên Kurd di bin şewqa azadiyê ya Rêber Apo bi dîrok, nasname û hebûna xwe hesiyane û tucar tarîtiya berê nema dipejirinin. Lewma di vê demê de di 8'ê Adara îsal de em ê bi rûhê serhildanê li dijî her cure zilm, tundûtûjî, koletî û desthilatiyê, li dijî newekhevîtî û qetlîamê bi yek deng û bi yek helwest xwedî li berxwedana li Bakûrê Kurdistanê ku jinên qehreman serkêşiya wê dikin, derkevin. Em wek Kongreya Star 8'ê Adara îsal li Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî jinên berxwedêr ên Bakûrê welat dikin û ji tevahiya jinan dixwazin ji bo azadî û demokrasiyê di refa têkoşeran de cih bigrin. Herwiha em bang li jinên Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi coş û heyecana şoreşa azadiyê tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û meydanan bi deng û tîlîliyên azadiyê dagirin."
(en/rc)