ROJEVA 08'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Bektaş diyar kir ku di pêvajoya ku îşkence li cenazeyan hatine kirin makeqanûn li ser wan tê fezkirin û wiha got: "Em dizanin ku îktîdar ji bo birêvebirin û peywirên qetlîaman bide leşkeran amadekariyan dike. Hikûmet dixweza modela Srî-Lamkayê li ser civakê bide sepandin û dê bi makeqanûnê vê modelê li ser civakê bide sepandin.
*Jinên Kobanî ên ku ji ber dagirkerî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçbikin û li Wanê bi cih bibin diyar kirin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê wateya têkoşîn û berxwedan û wiha gotin, "Divê zîhniyeta desthilatdar yê mêr baş zanibe ku rûhê me yê berxwedanê her roj mezintir dibe."
*Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ku di cîhane yekemîne îro ket sala xwe ya 5'an. Ev 5 sale bi heman şîarê em nûçeyan çêdikin û em ê berdewam jî bikin: "Em dinivîsin… Bêyî ku em bêjin zilam çi difikirin em dinivîsin."
* Hêvî Sarya ya ku fermandara Fermandariya Şehîdê MLKP'ê Şehîd Serkan e, diyar kir ku ew rizgarkirina Şedadê ya ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû ku bi pêngavekê hat rizgarikirin diyariyî jinên berxwedêr dikin. Her wiha Hêvî sarya bang li hemû gelan kir ku li daora jiyaneke nû bibin yek.
*Hevseroka (OHD) Rotînda Polat der barê bêcezakirina kesên ku hovîtî li Kurdistanê pêk anîne de axivî û wiha got: "Kesên ku hovîtî pêkanîne li gorî Qanûnên Komara Tirkiyeyê (TCK) divê cezayê heta hetayê bigirin. Niha xwe di parêzin lê li hemberî gel û şer sûcên mezin pêkanîn. Dem derbasbûna van sûcan tune ye, hemû kesên ku tiliyan wan di van qetlîaman de hene heta henaseya xwe ya dawî dê bi dadgehkirinê re rûbirû bin."