Hevseroka DBP'a Hezexê Cahîde Dogan binçav kirin

12:46

JINHA

ŞIRNEX - Li gundê Bafê yê Hezexê di serdegirtina malan a di bin navê "lêgerînê" de Hevseroka DBP'ê ya Hezexê Cahîde Dogan ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ya ku êrîşên rêveberiya awarte lê didomin, serdegirtinên malan ên li derdora navenda bajêr ji aliyê hêzên dewletê ve didomin. Li gundê Bafê leşkeran di bin navê "lêgerînê" de bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtinan de Hevseroka DBP'ê ya Hezexê Cahîde Dogan a ku li gund bû û hemwelatiyê bi navê Îsmaîl Akbaş hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku lêgerînên li malê didomin.

(zt)