Hevşaredarên Dêrika Mêrdînê sirgun kirin
11:20
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredarên Dêrikê yên girtî Sabahat Çetînkaya û Abdûlkerîm Erdem li gel Alîgirê Serokê Şaredariyê Mûrat Ozçalişir ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Sîncana Enqereyê kirin.
Hevşaredarên Dêrika Mêrdînê Sabahat Çetînkaya û Abdûlkerîm Erdem li gel Alîgirê Serokê Şaredariyê Mûrat Ozçalişir ên di 26'ê Sibatê de hatin girtin. Ew ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Sîncana Enqerê kirin.
Sirgûnkirina siyasetmedarên kurd ji malbatên wan hat veşartin. Malbat dema danê sibehê bo hevdîtinê çûn girtîgehê hay ji sirgûnkirina wan çêbû.
(dt/zt)