Şaredariya Qilebanê alîkarî li gel belav kir

14:18

JINHA

ŞIRNEX – Şaredariya Qilebanê bi Şirnexiyên ku li ser polîtîkayên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê koçberê Qilebanê bûyîn re, di çarçevoya piştevaniyê de kolîyên xurekê belav kir.

Di çarçevoya polîtîkayên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê de welatiyên Şirnexê bi zorî koçberê navçe û gundên derdora Şirnexê bûn. Şaredariya Qilebanê jî welatiyên ku koçî Qilebanê û bajarokên Segirk û Hîlalê bûyî re xebatên piştevaniyê da dest pê kirin. Di vê çarçevoyê de 500 koliyên xurekê li welatiyên Şirnexî hat belavkirin.

Hevşaredara Qilebanê Zeynep Ûren anî ziman ku ew dê xebatên xwe yên piştevaniyê bidomênin û wiha got: “Em îro ne hewceyî yên ku li ser gelê me polîtîkayên koçberiyê pêk tînin. Dive tû kes dewleta ku li Cizîrê me şewitandî daxwaza alîkariyê neke. Em ê bi hêza ya xweser van rojan jî derbas bikin. Gelê kurd dê xwedî li xwe derbikeve û van rojan derbas bike.”

(kom/rc)