Topa hewanê ket hewşa nexweşxaneyê

17:03

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê pevçûnên dijwar bi topbarana hêzên dewletê re didome, hêzên dewletê ku ji rêzê derketin û topa hewanê li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dan.

Li Şirnexê êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê hat qûrkirin û pêvçûnên dijwar yê tewahiya bajêr belav bûyî didome. Hêzên dewletê ku di êrîşan de ji rêzê derketin, topa hewanê li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dan. Topa hewanê ku hewşa nexweşxaneyê ket neteqiya. Piştî topa hewanê hewşa nexweşxaneyê ket ji wesayîtên zirxî anonsên xwe ji nexweşxaneyê dûrxistinê kir. Lê bi dema anonsê re topa hewanê teqiya. Di teqîna topa hewanê de tû kuştî û birîndar çênebû û tîmên taybet piştî teqînê nexweşxaneyê dorpêç kirin û dest bipaqijkirina şopên teqînê kirin.

Her wiha hê jî gelek nexweş di Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tê dermankirin.

(kom/zt)