Fîdan Arslan a li Hezexê hatî qetilkirin li warê wê sipartin axê
11:48
JINHA
MÛŞ – Fîdan Arslan a ku li Hezexê di êrîşên hêzên AKP'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê ku ji dayik bûye hate defin kirin.
Cenazeyê Fîdan Arslan a ku di 7'ê Adarê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê di êrîşên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hesengoran a navçeya Kopê ya Mûşê hate defin kirin. Cenazeyê Fîdan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qosorê piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşhîs kirin, anîn gundê ku lê ji dayîk bûye. Piştî wecîbeyên olî, darbesta Fîdan li ser milan anîn goristana gund. Cenazeyê Fîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê. Ji bo Fîdan li gundê Hesengoranê konê şînê hat vedan.
(zt)