Meşa Geverê berdewam dike

14:15

JINHA

COLEMÊRG - Bi hezaran welatiyên ji navçeyên Colemêrgê hatin navendê, bi welatiyên navendê re ji bo şikandina qedexeya ser Geverê ketin rê û di rê de li benda konvoya ji aliyê Wanê ketî rê sekinîne.

Ji bo hevgirtina berxwedana gel û şikandina dorpêça li Geverê ji çar aliyê navçeyê û ji bajarên derdor meşên ber bi Geverê ve dest pê kir. Ji gundên bajaroka Bajirge, girtîgeha kevin û herêma Doskî bi sedan kes ji bo xwe bigihînin Geverê derketin rê. Hêzên şer ên hikumeta AKP'ê jî ji bo rê li ber van meşan bigire hejmara wesayîtên zirxî yên ketin û derketina navçeyê zêdetir kirin. Gundiyên ku ji herêma Doskiyê derketin rê li ser riya Veziyan rastî êrîşên bi bombeyên gazê hatin. Di navê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, rêveberên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyan jî heyî konvo ketin rê û di derketina Colemêrgê de li benda konvoya Wanê sekinîne.

Li derdora Geverê jî helîkopter ji bo keşfê digerin.

(zyd/zt)