ROJEVA 24'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Bi hatina demsala biharê re cotkar li gund berê xwe didin nava zeviyan û dest bi çandiniyê dikin. Lê bi taybet ji ber di xwezayê jin de heskirina xwezayê heye herî zêdetir jin eleqe nîşanî çandiniyê dike.

*Sevile Aslan berî çend salan ji Pirsusa Rihayê koçî Dîlokê kiriye û bi zorê hatiyê zewicandin. Sevile bi salan ji mêrê ku pêre zewiciye rastî şîdetê hatiye. Sevile got ku du keçên wê bi zorê hatine zewicandin û niha keçên wê jî rastî şîdeta hevjinên xwe tên. Sevile diyar kir ku divê tucar jin dev ji têkoşîna xwe bernedin.

*Parêzer Bahar Oktay bi îlankirina qedexeyên derketinê re bandora ku li ser gel kirî nirxand û diyar kir ku bikaranîna çekên giran û tang hember gelê sivîl sucê şere û got ev pêk anîn ji bo dewletê jî tehlûke avadike.

*Di rapora ku ji aliyê UNICEF'ê ve hatî amede kirin de, hat diyar kirin ku ligel ku pêdiviyên zarokan nayê pêşwazîkirin li Kolombiyayê hêviyê aştî pêk were jî kême û agahiya ku 230 hezar bêhtir zarok di bin rîskê şîdetê de dijîn û hat raghandin ku, ji ber şer îstîsmara zayandî zêde bûne.

*Dayîka xwendekara zanîngehê Asya Taşçi (Mizgîn Nuda Koçer) a endama YPS-JIN ku li navçeya Sura Amedê jiyana xwe jidest dayî got: "Emê ticarî vê hovîtiya dewleta Tirkiyê jibîrnekin. Em bûn şahidê hertiştî. Me ew hovîtî bi çavê xwedît, qetilkirin û bi kîmasalê şewitandin. Hemû cîhan bû şahid."