Ser Nisêbînê êrîş berdewame
11:50
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşên bi ser taxên Nisêbînê de berdewam dikin. Hêzên YPS û YPS-JIN'ê nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.
Êrîşên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê de di roja 12'emîn de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan hawirdor topbaran dikin. Bi ser taxan de tankên ku NATO bi şertê ku li hemberî sivîlan neyên bikaranîn dane Tirkiyeyê, bombeyên hewanan, tankên ku wekî ZPT tên binavkirin, bombaatar û gelek çekên giran ên din tên bikaranîn. Di êrîşan de gelek malên welatiên sivîl jî bûn hedef û mal hatin hilweşandin. Di saetên serê sibehê de tîmên ku xwestin têkevin taxan rastî bersiva hêzên YPS û YPS-JIN'ê hatin. Di encama bersivê de dû teqînên mezin pêk hatin û piştî teqînan 3 ambulans li pey hev ketina taxê.
Liv û tevgera wesayitên zirxî li ser kolana dîrokî ya Îpekê berdewam dike.
(kom/zt)