Li Şirnexê êrîş û pevçûn rû da
11:38
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê di encama pevçûnên navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN’de cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan jiyana xwe ji dest da.
Li hemberê êrîşên qîrkirinê ya li ser Şirnexê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê di roja 12’an de bibirdarî berdewam dike. Êrîşên berfireh a hêzên dewletê ku ji şevê dîn ve dest pê kirî li taxên Îsmetpaşa û Cumhurîyet vegeriya pevçûnên dijwar. Di encama pevçûnan de cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan ku beşdarê êrîşên li hemberê gelê xwe bûyî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Abdullah bi ambulansê rakirin Fermandariya Tûmenê ya 23 emîn a Cendermeyî a Sînor û saetên sibê j ili gundê Mila Kêrî hat definkirin.
(kom/rc)