Derbarê 37 cerdevanan de lêpirsîn

14:09

JINHA

ŞIRNEX – Li gundên Elemunê û Aroş’ê ya navçeya Qilebanê hêzên dewletê ji ber beşdar bûyîna operasyonên li hemberê Şirnexê zordestiyên xwe li ser cerdevanan didomînin. Ji ber beşdar nebûyîna operasyonan derbarê 37 cerdevanan de lêpirsîn hat vekirin.

Hêzên dewletê ku bi mehan amedekariya êrîşên qîrkirinê ya li hemberê Şirnexê kirin, zordestiyên xwe li ser cerdevanan jî didomînin. Hêzên dewletê ku vê carê li gundên Elemunê û Aroş’ê ya navçeya Qilebanê zordarî li cerdevanan dikin, lê cerdevanan beşdar bûyîna operasyonan qebûl nekirin.

Li ser vê yekê hêzên dewletê derbarê 25 cerdevanên Elemunê û 12 cerdevanên Aroş’ê de lêpirsîn da dest pê kirin. Fermandariya Cendermeyî ya Qileban ji ber îfadeya lêpirsînê cerdevanan daxwaz kir, lê cerdevanên ku beşdar nebûyîna operasyonan de bibiryarin û dan zanîn ku ew ji ber vê yekê îfade jî nadin.

(kom/rc)