Li Nisêbînê şervanê YPS'ê Ferhat jiyana xwe ji dest da
18:15
Adar
27
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê şervanê YPS'ê Ferhat Yaşa (Rizgar Amed) jiyana xwe ji dest da.
Koordînasyona Navenda Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi daxuyaniyek nivîskî encama şerên dû rojan yên li Nisêbînê aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di şerê dû rojan de şervanek YPS'ê jiyana xwe ji dest daye. Koordînasyona YPS'ê diyar kir ku şerwanê wan yê di 26'ê mehê de jiyana xwe ji dest daye Ferhat Yaşa (Rizgar Amed) e.
Li taxên Nisêbînê 8 canezeyên şervanên YPS'ê hene û hêj cenaze ji bo definkirinê ji taxan nehatine derxistin.
(kom/zt)