Navbera Nisêbîn û Qamişlo dîwar dikin

15:03

JINHA

MÊRDÎN - Di navbera sînorê Nisêbîn û Qamişlo de dewleta tirk lêkirina dîwarên şermê berdewam dikin.

Dewleta tirk di navbera Nisêbîna Mêrdînê û bajarê Rojava Qamişlo de lêkirina dîwarên şermê berdewam dike. Li ser heman sînorî xendekên 3 metre kur û 2 metre firehî jî hatine kolan. Di saetên piştî nîvro de gelek tirên dîwar li wan barkirî li ser rêya Îpekê ya ku bi rojan e li trafîkê hatiye girtin çûn ber bi sinorve.

(kom/zt)