Hêzên dewletê ji ber nikarin pêşde biçin bajêr dihilweşînin

16:19

JINHA

ŞIRNEX – Êrîşên qîrkirinê ya li hemberê Şirnexê di roja 15’an de bi hemû derfetên şer a hêzên dewletê re didome, hêzên dewletê ku nikarin têkevin taxên berxwedanê dest pê hilweşandina bajêr kirin.

Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê ya li hemberê Şirnexê di 15’an de didome û hêzên dewletê ku bi hemû derfetên şerê re nikarin têkevin taxên berxwedanê dest bi hilweşandina bajêr kirin. Ji beriya niha jî hêzên dewletê ku rastê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê têk diçûn, li taxên Vakifkent û Gûndogdu ku tû xendek û barîkat lê tûne dest pê kolandina xendekan kirî bûn. Hêzên dewletê ku 15 rojin her tim rastê bersiva xurt ya hêzên YPS/YPS-JIN’ê tên ev car li taxên Vakifkent û Gûndogdu dest bi hilweşandina avahiyan kirin. Hêzên dewletê êrîşên xwe yê bi topan li ser Qada Aşitî kut û xendek û barîkat lê tûne giran kirin û wêneyên di wesayîtên zirxî de kêşandin medyaya civakî de parve kirin.

(kom/zt)