Li Şirnexê pevçûn û tevgera ambulansan

11:51

JINHA

ŞIRNEX – Êrîşên qîrkirinê ya li hemberê vîna gel a Şirnexê di roja 16’an de bi topebaranê re didome û bi êrîşên li ser taxên Dîclê û Cumhuriyet’ê re pevçûnên dijwar heya saetên sibê jî berdewam kir. Piştî pevçûnan ji 20’ê pêhtir ambulans sevqê taxan hat kirin.

Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 16’an de bi êrîşên topebaranê û pevçûnên dijwar re didome. Êrîşên berfireh ya ji dûh saetên êvarê ve dest pê kirî de heya saetên sibê jî dengê çekan ji kolanên bajêr kêm nebû. Bi pevçûnan re êrîşên topebaranê ya li ser taxên berxwedanê bênavber berdewam kir. Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî jî gulebaranê li ser taxên berxwedanê kir. Di êrîşên hêzên dewletê de mînareya mizgefta Darusselam a li taxa Dîclê jî hedef hat girtin û di mizgeftê de şewat derket. Hêzên dewletê ku hewldan têkevin taxa Dîclê li ser bersiva xurt a hêzên YPS/YPS-JIN’ê têk çûn. Li ser bersiva hêzên YPS/YPS-JIN’ê pevçûnên ku dest pê kirî heya saetên sibê bênavber berdewam kir. Bi berdewam kirina pevçûnên dijwar re ji Fermandariya Tûmenê gelek ambulans şandin taxa Dîclê. Tevgera ambulansan saetên sibê jî li ser taxê hat jiyîn û ji 20’ê pêhtir ambulans birîndarên hêzên dewletê rakirin Fermandariya Tûmenê.

Pevçûnên dijwar didome.

(kom/zt)