Ser Geverê tevgera balefiran

12:37

JINHA

COLEMÊRG - Ji Geverê ku berxwedana gel 21 roj in didome ber bi Colemêrgê ve gelek helîkopterên tîpa kobra firiyan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku li hemberî dorpêç û êrîşan berxwedan gel di roja 21'emîn de ye, êrîşên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê yên li hemberî taxên berxwedanê didome û gelek helîkopterên tîpa kobra ber bi Colemêrgê ve firiyan. Helîkopterên ku xwe li Fermandariya Tugay a Komando ya Çiya ya Colemêrgê danîn piştî demekê car din vegeriyan Geverê.

(zt)