Amara bi fîşekên hewayî ronîbû
08:23
JINHA
RIHA - Girseya ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amarayê kom bûye bi coşek mezin dest bi pîrozbahiyê kirin û bi fîşekên hewayî tariya şevê ronî kirin.
Li gundê Amarayê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê amadekariyên ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin kirin. Li gel hemû astengkirin û qedexeyan jî gel di saetên şevê de jî ber bi Amareyê ve herikî. Girseya ku li benda pîrozbahiya mezin in ji niha ve bi coşek mezin dest bi pîrozbahiyê kirin. Fîşekên hewayî yên hatin teqandin tariya şevê ronî kir û welatî jî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be, ey Serok" hest û hêviyên xwe anîn ziman.
(zt)