Di berxwedana Terolar de welatiyek jiyana xwe jidestda
14:58
JINHA
GURGUM - Welatiyê bi navê Mor Ali Kabayel di berxwedana gundê Terolar de ji ber nûdaxeleya bi gaza îsotê qeyîrana dil derbas kir û jiyana xwe jidestda.
Li gunde Terolar ê navçeya Dulkadir a Gurgumê di berxwedanê de ji ber êrîşa leşkeran a gaza îsotê welatiyek jiyana xwe jidestda. Welatiyê ku naxwazin kampa penerbaran li gundê wan bê çêkirin, xwestin ber bi cihê ku mekîneyên kar lê dixebitin ve biçin, lê leşkeran bi gaza îsotê û ava şid êrîşî welatiya kirin. Li gorî agahiya welatiyê bi navê Mor Ali Kabayel (82) dema êrîş pêk hatî de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe jidestada. Mor Ali rakirin Nexweşxana Fakulta Tipê, hat zanîn ku Mor Ali vê sibihê jiyana xwe jidestdaye.
(dt/zt)