Pevçûnên li Nisêbînê dijwar bûn

15:08

JINHA

MÊRDÎN - Pevçûnên li derdora taxên berxwedanê yên Nisêbînê berdewam dikin. di saetên piştî nîvro de li taxa Firatê teqînek mezin pêk hat. Hêzên dewletê bi wesayitên sivîl dîwaran ji bo navbera sînorê rojava dikişînin.

Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan êrîşên giran bi ser taxan de dikin. Di ser destpêkirina êrîşan de 23 roj derbas bûn û herdû rojên dawî şerê herî giran tê jiyandin. Di saetên piştî nîvro de nêzî pira Ahmet kaya teqînek mezin pêk hat. Her wiha tîman li nêzî pira Ahmet kaya pirekî seyar danîbûn û helwesta wan ya bi vê mebestê a ketina taxan hebû. Piştî teqînê tîman bi deqeyan tax gulebaran kirin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin tîmên taybet û nahêlin ku bikevin taxan. Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambulansan li ser rêya Îpekê berdewam dike.

Gelek wesayitên ku dîwar li wan barkirine ber bi sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloya Rojava de hate birin. Lêkirina dîwar û kolandina xendekan li ser sînor berdewam dike.

(kom/zt)