ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinan li Efrînê dest bi berhevkirina gîhayê catirê kirin. Emîne Ebdo diyar kir ku gîhayê catirê ji bo gelek nexweşiyan dibe derman û got ew her sal gîhayê catirê berhev dikin.

*Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê nirxandin kir. Hêvî diyar kir ku pergala federaliyê mîsogeriya jiyana hevbeşe û got, naskirina mafê tevahî netewane.

*Meclisa Hunermendên Demokratîk a di biniya NÇM'ê de xebatên xwe birêve dibe ji bo zindîkirina çanda kurdî xebatên xwe birêve dibin. Taybetî jî jinên ciwan eleqeyek mezin nîşanî qursên erbane, saz û perwerdeyên dinê didin.

*Aktîvîsta Koma Piştevaniya Lêgerîna Edeletê Eylem Can got, "Tirkiyê bi temamî di rewşek ku ketibe goristanê de ye. Li vir cihê mirov bendê mirinên ye, karker tên kuştin. Bi vê pirtûkê re em dixwazin bibin dengê mirovan."

*Ji Pîrabokên Kampûsê Pinar Kuçukkaya banga rêxistinbûnê li hember tacîz û tecevûzên ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêk tê kir û wiha got, "Çewan ku hevalên me li Tirkiyê jinan diparêzin, em ê jî li Kurdistanê biparêzin. Piştî parastinê hevgirtinên ku di nava jinan de pêk hatî, em dibêjin ji jinan bitirsin."