Li hember taxên Nisêbînê êrîşên giran
10:36
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê yên ku nikarin têkevin taxên Nisêbînê duh êvarî bi hewanan û piştî sibehê jî bi tankan êrîşî hundirê taxan dikin.
Berxwedana gelê Nisêbîn a Mêrdînê di roja 24. de li hemberî tank, top, hewan û hemû cureyên çekên giran berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan êrîşên giran bi ser taxan ve dibin. Duh ji saetên beriya êvarê avêtina bombeyên hewanan yên tîman destpêkir û vê yekê heta saetên serê sibehê berdewam kir. Di saetên serê sibehê wesayitên zirxî yên wekî ZPT tên bi navkirin û tankan êrîşî malên welatiyên sivîl dikin.
Liv û tevgera helîkopterên Skorsky li Qereqola Cendermeyan berdewam dike. Hat dîtin ku helîkoptera bi tîpa Skorsky xwe li hewşa qereqola cendermeyen danî. Pevçûnên di navbera hêzên YPS, YPS-JIN û tîmên taybet de berdewam dike. Tevlî hemû helwesta xwestina ketina taxan hêzên YPS û YPS-JIN nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxên wan.
(kom/rc)