Ji bo Mêrdîn û Amedê piştevanî berdewam dike
13:08
JINHA
MÊRDÎN/AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Amedê ji bo welatiyên Nîsêbîn, Cizir, Hezexê, Sur û Rezanê piştevanî her ku diçe mezin dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di bingeha Serokatiya Xizmetên Civakî de Banqeya Gidayê ji bo welatiyên bi zorê ji Nisêbin, Cizir û Hezexê ji ber şer ji aliyê hêza dewletê ve hatin derxistin, alikariya xwe berdewam dike. Şeredarê Bajarê Mezin ji bo 4 hezar û 500 malbatan xwarin, batanî, nîvîn û bezên zarokan ji malbatan re şand.
Dîsa komek xebatkarên dildar hatin avakirin û ev kom mal bi mal digerin û malbatên xwedî pêdîvî ziyaret dikin û li gorî pêwîstiyên wan alîkariya wan dikin.
Ji bo Sur û Rêzanê jî piştevanî berdewam dike
Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê jî ji bo welatiyên Sur û Rêzanê piştevaniya xwe mezintir dike û ji bo welatiyên ji warên xwe goç bûne jî 49 ton gida şand.
Hevşaredariya Peyas Mehmet Alî Aydin diyar kir ku dê kampanyaya alikariyê bi her awayî berdewam bike.
(ho/rc)