Tanga vînç sewkî taxê Nisêbînê hat kirin
16:02
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşên dijwar yên bi ser taxên Nisêbînê de berdewam dike. Di encama pevçûnan de ambulans û piştre jî tanka vînç sewkî ketina taxan hate kirin.
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê de berdewam dike. Êrîşên ku bi gulleyên hewanan hatin destpêkirin heta niha berdewam dike. Piştî saetên serê sibehê tank û çekên din yên tîmên taybet jî ketin meriyetê û êrîşî hundirê taxa dikin. Wesayitên zirxî yên ku li derdora Qada Newrozê bi cih bune êrîşên giran bi ser taxan ve dibin.
Di saetên nîvro de teqînên dijwar li ketina taxan pêk hatin û piştî teqînê bêdengiyek tîman pêk hat. Piştî vê yekê gelek ambulans sewkî cihê buyerê hate kirin. Tanka ku wekî vîncê tê bikaranîn jî piştî ambulansan ber bi ketina taxan ve çû.
Bersiva hêzên YPS û YPS-JIN li hemberî tîmên taybet berdewam dike û nahêlin ku tîm têkevin taxan.
(kom/rc)