ROJEVA 07'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Li bazarê Kedê Destê Jinan yê ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûsa Wanê ve hatî vekirin, bûye çavkaniyê xebatê jinan. Aynur Aydin jî gîhayên ku li qontarê çiya û zozanan berhev dike tîne bazarê Kedê Destê Jinan difroşe. Aynur diyar kir ku ew bi firotina gîha hem piştgirî dide malbata xwe hem jî aboriya xwe pêşwazî dike.
*Bi boneya 1. salvegera şervana YPJ'ê Viyan Peyman yê ku di berxwedana Kobanê yê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî, Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê nirxandin kir. Sorxwîn diyar kir ku Viyan di berxwedana Kobanê de bi çek û dengbêjiya xwe berxwedana jinan ji tevahî cîhanê re daye raghandin.
*Jinên Kantona Efrînê êrîşên ser Taxa Şêxmeqsûd nirxandin û bertek nîşanî bêdengiya raya giştî û saziyên mafên mirovan dan.
*Hevkarên KJA'ê ya Edeneyê ji bo gelê Cizîr, Sur û Nîsêbînê dest bi kompanyaya alikariyê kir û bang li her kesî hate kirin ku xwedî li gelê berxwedêr bê derketin û banga hevpariyê hate kirin.
*Li Kurdistanê bi îlan kirina rêveberiya xweser re xebatên xweseriya demokratik jî hate dest pê kirin, gelê kurd li aliyekî li tax, navçe û bajarên xwe bi vedandina xendek û barîqatan parastina xwe ya cewherî dikin, li aliyê din jî xebatên wek çand, perwerdehî, aborî bi lez berdewam dike. Endama Meclîsa Dayimî ya KJA'ê Adar Şaman diyar kir ku ji bo civakê karê herî giring perwerdehiya civakê ye û wiha axivî: "Em armanç dikin ku perwerdehiya civakê bi birdoziya azadiya jinê, azadiya zarokan xwe bigihinini azadiya mirov û civakê."