Êrîş û sewqiyeta leşkerî didome

11:17

JINHA

ŞIRNEX – Li hember êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê berxwedana Şirnexê di roja 24’an de berdewam dike. Ji saetên şevê dîn ve pevçûnên ku li ser hewldana hêzên dewletê ya têketina taxên Yenîmahalle û Bahçelîevler dest pê kirî bi dijwariya xwe re didome.

Li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê berxwedana Şirnexê di roja 24’an de bi hemû biryardariya xwe re didome. Tanqên ku derdora bajêr hatîn bi cîh kirin ji saetên şevê dîn ve taxên berxwedanê bênavber topbaran dike. Bi êrîşên topebaranê re pevçûnên dijwar li taxa Yenîmahalle diqewime. Êrîşên topebaranê ya li hember taxên Dîclê, Cumhuriyet, Îsmetpaşa, Bahçelîevler û Gazîpaşa jî bênavber berdewam dike.

Êrîşên topbaranê ya li hemberê taxa Bahçelîevler şevê dîn carek dîn hat giran kirin û bi êrîşên topebaranê re li ser hewldanên hêzên dewletê ya têketina taxên berxwedanê şer û pevçûnên dijwar dest pê kir. Hêzên YPS/YPS-JIN bersiva xurt dan hêzên dewletê û li ser bersiva YPS/YPS-JIN hewldanên hêzên dewletê têk çûn û hêzên dewletê neçar man û paşve kêşan. Hêzên dewletê ku rastê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN hatin carek dîn giranî dan li ser êrîşên tope baranê. Li ser topebarana hêzên dewletê di gelek avahiyan de şewat derket û komên agirkujê xwastin mudaxaleya şewatê bikin jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.
Bi êrîşên giran re sewqiyeta leşkerî ji li ser bajêr bênavber didome. Konvoya sewqiyeta leşkerî ku ji aliyê navçeya Cizîrê ve têket bajêr, ber bi Fermandariya Tûmenê û dibistana li ser riya Sêrt’ê ku bargeha tîmen taybet ve çû.

(kom/rc)