Fermana xirabkirinê kete dewrê
11:33
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşên bi hewan û tankan ber bi taxên Nisêbînê ve berdewam dike. Tîmên taybet malên welatiyên sivîl hedef digirin û hildiweşînin.
Hêzên dewletê yên ku 25 roj in dixwazin têkevin taxên berxwedanê û ji bo vê yekê êrîşên giran bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê ve dibin. Tevlî hemû helwesta xwestina ketina taxan ya tîman hêzên YPS û YPS-JIN bersivên giran didin û nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.
Li ser vê yekê tîmên li derdora taxan bi cih bûne, fermana ku Serokomarê tirk Recep Tayîp Erdogan ya ku duh di hevpeyvîna bi keyayan a 26.emîn de anîbû ziman û gotibû "Hewce hebe malan bişewitînin û hilweşînin" pêk tînin. Gelek malên welatiyên sivîl hedef tê girtin û tê hilweşandin.
(kom/rc)