Cenazeya endama YPS-JIN Ceylan Sayar hat wergirtin

16:30

JINHA

ŞIRNEX – Cenazeya endama YPS-JIN Ceylan Sayar a ku di encamê êrîşên qirkirinê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê malbata wê ve hat vergirtin. Cenazeya Ceylan ji bo definkirinê ber bi Wan’ê ve ket rê.

Cenazeya endama YPS-JIN Ceylan Sayar (Rengîn Şerefxabe) ku di encama pevçûnên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê ya li hemberê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayî û ya di morga Nexweşxaneya Dewletê de dihat rawestandin ji aliyê malbata wê ve hat teşhîskirin. Piştî teşhîs kirinê malbat cenazeya Ceylan wergirtin û ji bo defin kirinê ber bi Wanê ve ketin rê.

Di êrîş û pevçûnên Şirnexê de endama YPS-JIN Ceylan Sayar û dû cenazeyên din yên jiyana xwe ji dest dayîn di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de di hat rawestandin. Her dû cenazeyên ku di nexweşxaneyê de mane yêk jî aîdê endamê YPS’ê Şehymus Koç. Cenazeya Şehymus ji aliyê malbata wî ve hat teşhîrkirin lê bi hinceta DNA’yê ne hat radestkirin.

Cenazeya dîn ku tê zanîn ku mêre hê jî ne hatiye teşhîskirin.

(kom/rc)