Li Şirnexê pevçûnên dijwar diqewime
16:36
JINHA
ŞIRNEX – Hêzên YPS-YPS-JIN li dijî bargeha tîmên taybet a nêzî Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê çalakiya bi roketan lidarxist. Piştî çalakiya hêzên YPS-YPS-JIN pevçûnên dijwar li bajêr dest pê kir.
Li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê a li ser Şirnexê berxwedana gel di roja 24’an de bi çalakiyên hêzên YPS-YPS-JIN re didome. Êrîş û pevçûnên dijwar li bajêr bênavber berdewam dike û hêzên YPS-YPS-JIN piştî saetên nîvro çalakiya bi roketan li dijî bargeha tîmên taybet ya di navbera Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de lidarxistin. Di encama çalakiya hêzên YPS-YPS-JIN de bêhejmar tîmên taybet birîndar bû û tekîldarî kuştiyan agahiyên zelal ne hat bidestxistin.
Li heman heremê hêzên YPS-YPS-JIN çalakiya suîkastê jî li tîmên taybet kirin û di encama vê çalakiyê de tîmek taybet gule ji serê xwe xwar. Tîmê taybet ku gule ji serê xwe xwarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat zanîn ku rewşa wî xetereye.
Ji aliyê dîn tanqên ku derdora bajêr hatîn bicîhkirin bê navber taxên berxwedanê topbaran dike. Ji taxên ku bi giranî tên tope baran kirin dûyên reş bilind dibe. Wesayîtên zirxî ku li derdora taxa Yenîmahalle hatî bicîhkirin jî taxên berxwedanê gule baraN dike.
Bi êrîşên topbaranê re cîh bi cîh pevçûnên dijwar jî tê jiyîn.
(kom/rc)