ROJEVA 08'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Mamosteyên jin ên bajarê Hesekê êrîş û kiryarên hovane ên dewlet û artêşa Tirkiyê şermezar kirin û gotin ew ê li hember pêk anînên ser Kurdan bê deng nemînin.

*Di 10'ê Nîsanê de, dê Mîhrîcana Xwendekaran bi tevlîbûna xwendekar û beşek ji ciwanên Kantona Efrînê bi organîzasyona Komîteya Fêrkirin û Perwerdekirinê ya TEV-DEM'ê dest pêbike.

*Çalakiya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û rojnamevanên Kantona Cizîrê yên Fedarasyona Rojavaya Suriyê ji bo balê bikişînin ser êrîşên li Nisêbîna Mêrdînê bi tevlîbûnên nû berdewam dike. Rojnamegerên jin ên ku tevlî çalakiya nobetê bûne diyar kirin ku ew ê bi çalakiya xwe dîwarên bêdengiyê hilweşînin.

*Malbata Endama YJA-Starê Fîlîz Şaybak (Avesta Harûn) a ku çapemeniya aligir wek endama YPS-JIN nîşanda bû û hedef girtî bû bertekên xwe nîşanê nûçeyên ne rast dan. Malbata Şaybak bi tundî got, “Ji ber dewlet ji hêza jinê dîtirse dixwaza jinê wiha bêdeng û tune bike nûçeyên derew diweşîne.”

* Li Amedê jin hewldidin di qadê sporê de hebûna xwe mezin bikin. Lîstikvana voleybolê Bîngûl Çelîk got, "Spor bingeha jiyanek bi tendûriste. Her jinek ku ji xwe hezdike divê sporê bike. Spor dibe sedema avakirina baweriya cewherî."

*Hevseroka TUAD’ê Sureya Aydın daxwazên girtiyên PAJK û PKK’ê ên ku di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de ku ji bo piştgiriya berxwedan gelê kurd dest bi greva birçîbûnê kiribûn diyar kir ku eger greva birçîbûnê bigihe asta rojiya mirinê berdelên giran wê bên dayîn.