Esraya 2 salî li Silopî hat veşartin
17:31
JINHA
ŞIRNEX - Esra Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, duh bi şev hat veşartin.
Esra Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên Tirk bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Ozel Dunya ya Êlihê jiyana xwe ji dest da, duh bi şev li Goristana Asrî ya Silopiyayê hat veşartin. Hêzên dewleta Tirk nehiştin ji bilî malbata Esra kesek tevlî merasîma cenazê bibe.
Di êrîşên li hemberî taxên Başak û Barbarosê de jî Behiye Erener a 45 salî, Zulfiye Şalk a 70 salî, ji heman malbatê Îsa, Ahmet, Mûhyettîn, Saadettîn Tongûç û Rahîme Sanir a 14 salî jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan duh êvarê ji bo otopsiyê şandibûn Rihayê. 7 cenazeyên şandin Rihayê îro anîn Silopiyayê. Tê payîn li Goristana Asrî werin veşartin.
Her wiha hat ragihandin, 3 cenazeyên di nava 4 rojan de jiyana xwe ji dest dane, lê navên wan nehatine diyarkirin şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Cenazeyê Hecî Ozlusoy ê 75 salî yê li taxa Şehîd Harûn bi şev krîza dil derbas kir, destûr nayê dayîn were veşartin.
(rc)