ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Polîsan li taxên Wanê bi wesayîtê zirxî belevokên 'Werin em ji terorê re bi hev re bêjin bes e' belav kir. Jinên Wanê bertek nîşanî belavkirina belavokan dan û wiha gotin, "Vîna ku bi komkujiyan nekarîn têk bibin vê carê dixwazin bi riyê perayan bigrin. Wek gelê Kurd em ê ti car serî li hember polîtîkayên dewletê ne dayînin."

*Li Kargeha Dost Camê piştî karkerê bi navê Şenel Kanik ji kar hat avêtin, karkerên kargehê dest bi grevê kirin û hilberînê dan rewastandin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan hatî despêkirin, hat diyar kirin ku dê berxwedana jinan û Şenel heya ku dexwazê wan bi cih bibe ew ê berdewam bike.

*Welatiyên Kampa Miştenûr a li Kantona Kobanê demsala zivistanê oxir kirin û hatina biharê bi kêfxweşî û dilgeşî pêşwazî dikin.

*Jina bi navê Lalehan Kurt ev 60 sal e li ser axên ku wek “mêvanan” lê dimîne jiyana xwe berdewam dike. Lalehana ku 23 sal e bênasname dijî, wiha dibêje, “Ez bi salan e bênasname dijîm û li ser cihekî jî netomarkirî me. Ez wek jinek li hemû der im û her cih warê min e."

*Ji Heyeta Îmraliyê Perwîn Buldan tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got ku divê AIÖK, AHÎM û BM biçin Îmraliyê û tecrîta li ser Abdullah Ocalan di cih de çavderî bikin. Perwîn anî ziman ku divê tecrîta li ser Abdullah Ocalan demîldest rabe.

*Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu, gotinên Serokê Giştiyê MHP'ê Devlet Bahçeli yên ji bo komkujiyan 'çareserî' yê "kevir li ser kevir nehêlin" weke ruyê deshilatiya mêran nirxand.