Artîşa Tirkiyê bi hewanan êrîşê taxên Nisêbînê dikin
09:33
JINHA
MÊRDÎN - Tîmên ku tevlî hemû teknîk û hewldanan nikarin bikevin taxên Nisêbînê, ji derveyî taxan bi bombeyên hewanan taxan bombebaran dikin.
Hêzên dewletê yên ku 27 roj in nikarin bikevin taxên berxwedanê yên Nisêbîna Mêrdînê, ji derveyî taxan guleyên hewanan davêjin taxan. Tîmên ku li hember berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN nikarin bikevin taxan bi hewanan malên welatiyên sivîl hildiweşînin. Tîmên ku bi wesayitên zirxî û tankan li derdora taxan bi cih bûne bi tank û gelek çekên din yên giran êrîşî hundirê kolanan dikin.
Tevlî hemû hewildanan ketina tîman ya taxan pêk nehatiye.
(kom/rc)