Gelo bombeya ku dumana spî derdixe kîmyasal e?
13:11
JINHA
MÊRDÎN - Tîmên ku nikarin bikevin taxên Nisêbînê ji bilî çekên giran, hin bombeyên ku dûmenekî mezin jê derdikeve û bêdeng e davêjin taxan. Piştî avêtina bombeyê ewrekî mezin ji dûmana spî li cihê ku ketiye bilind dibe.
Tîmên dewletê yên ku 27 roj in nikarin bikevin taxên berxwedanê yên Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên xwe giran kirin. Tîmên taybet di demên dawî de ji bilî çekên giran ên wekî tank û doçkayan hin çekên cûda yên bêdeng jî li hemberî hêzên YPS û YPS-JİN'ê bikar tînin. Bombeya ku tê bikaranîn, dema tê avêtin deng dernaxîne û piştî li cihê ku dikeve jî bi bêdengî dideqe. Di encama teqîna vê bombeyê de dûmanekî spî ji cihê lê ketiye bilind dibe û wekî ewrekî li derdorê hêdî hêdî belav dibe. Bikaranîna vê çeka biyanî fikarên "Gelo kîmyasal e?" tîne bîra mirovan.
(kom/zt)