ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Tevgera Jinên Ciwan amedekariya 1. Mîhrîcana Çandê li Kantona Efrînê dikin. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya "Bi hêza jinên ciwan avakirina civakê" wê di 14'ê Nîsanê de bê li darixstin, amedekarî li tevahî navçe û bajarê Efrînê ji aliyê jinên ciwan ve despêkir.
*Li Colemêrgê bi hatina biharê re rêvas û gelek rengên pincaran cihê xwe ser dezgehên bazaran girtin.
*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag berxwedana gel yê li hember polîtîkayê komkujî û dagirkirinê yê ku li Kurdistanê pêk tê nirxand û got, "Berxwedana gelê Kurd yê li Gever, Nisêbîn, Silopî, Cizîr û Ferqînê xwe dispêre rehê jiyanê û berxwedanê. Li qadên jiyanê berxwedan veguheriya çandek. Ji ber vê bi êrîşên qirkirinê ew ê qet nekaribin rehê berxwedanê têk bibin."
*Birayê E.E yê ku rastî îstîsmara zayendî hatî diyar kir ku heya kesên îstîsmarê zayendî pêk tînin li derve bin, wê îstîsmara zayendî berdewam bikin. Her wiha da zanîn ku ew ê dev ji dozê bernedin heya kesên ku sûcê pêk anîne bên darizandin.