Li Şirnexê hember êrîşan berxwedan berdewame
10:54
JINHA
ŞIRNEX - Li bajarê berxwedanê Şirnexê ji 12'ê îlonê heta niha 8 caran "Qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin. Di dorpêçkirin û qedexeya kolanan de ji 12'ê Îlona 2015'an heta 10'ê Nîsanê li tevahiya bajar bi giştî 239 rojan qedexe hat îlankirin.
Hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê ji 7'ê Hezîranê û şûnde polîtîkaya şer xist meriyetê. AKP piştî di hilbijartinê 1'ê Mijdarê de dîsa hat ser îxtîdarê şerê li Kurdistanê zêde kir. AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de Çiyayê Kurdistanê bombe kirin. Gelek bajar dorpêç kirin û kolan li welatiyan qedexe kirin. Qedexeyên ku li Gumgumê dest pê kir, di 9'ê Îlonê de li Cizîrê berdewam kir. Ji 12'ê îlonê heta 10'ê Nîsanê li Sîlopya, Cizîr, Hezex û Şirnexê bi giştî bi dehan caran kolan li welatiyan hat qedexekirin. Ji 12'ê Îlona 2015'an heta 10'ê Nisanê 8 caran kolan hatin qedexekirin. Di nava 6 mehan de 239 rojan 'Qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li gel hemû êrîş û qedexeyan berxwedana li kolan û taxan berdewam dike. Her çend li Sîlopyayê kolan hatin qedexekirin û piştî komkujiyê Ahmet Davutoglu nimêja 'Fetîhê' kir jî dîsa berxwedana gelê kurd dîsa berdewam kir. Li gel hemû êrîşên dijwar û dorpêçan dîsa berxwedana li Şirnexê dirokê dinivîse.
Di vê pêvajoyê de qedexeyên herî demdirêj li hezexê 79, li sîlopyayê 37, li hezexê 44 rojan kolan hatin qedexekirin. Gelek caran ji bi rojan kolan li taxan hatin qedexekirin.
(kom/zt)