Hevserokên Mehsertê yên DBP û HDP'ê dibin çavandenin

11:09

JINHA

MÊRDÎN - Hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeya Mehsertê ku 2 roj berê hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan dene. Hevserokên DBP'ê yên Mahsertê Mahmut Ozdemir û Esma Yilmaz û Hevseroka HDP'ê yê Mahsertê Elmas Demircan, 2 rojin hêj agahî ji wan nayê girtin.

Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê 2 roj berê li ser îxbarê polîsan Hevserokên DBP û HDP'ê yên Mahsertê binçav kirin. Hevserokên DBP'ê Mahmut Ozdemir û Esma Yilmaz û Hevseroka HDP'ê ya Mahsertê Elmas Demircan, 2 rojin li şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mahsertê tên girtin.

Hevşaredarê Mahsertê Suleyman Tekin, diyar kir ku operasyonên siyasî nikarin vîn û têkoşina wan têk bibini û ew dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Tekîn, anî ziman ku gelê Mahsertê bû yek û hişmendiya yekperest xera kir, lê niha jî dixwazin bi girtin û binçavkirinê vê hişmendiya xwe berdewam bikin. Tekîn, da zanîn ku hêzên darî dixwazin aramî û serfiraziya gel xera bikin û ji ber vê yekê operasyonan pêk tînin. Tekîn, da zanîn ku ev hêzên tarî dê negêjin armanca xwe û serî li hemberî êrîşan danînin."

(zt)