Berxwedana Nisêbînê di roja 28'an de ye
11:31
Nîsan
10
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Taxên Nisêbînê bi hewanan tê topbarankirin.
Hêzên dewletê yên ku 28 roj in nikarin bikevin taxên Nisêbîn a Mêrdînê, ji derveyî taxan bi bombeyên hewanan êrîşî hundirê kolanan dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşan û nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan. Ji ber êrîşên dewletê gelek malên welatiyên sivîl hatine hilweşandin û gelek malên din jî hedef tê girtin û dixwazin yên mayî jî hilweşînin. Tevgera wesayitên zirxî û ambulansan li ser kolana Îpekê berdewam dike.
(kom/zt)